Mart, 2020

  • 8 Mart

    Li Kobanê Şahiya 8’ê Adarê

    Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li qada Jina Azad şahiyeke mezin hat li dar xistin. Di pîrozbahiyê de di destpêkê de nameya Rêberê Gelê Kurd Brêz Abdullah Ocalan a ji bo jinan hate xwendin. Li ser navê kordînasyona giştî ya Kongra Star Zehra Berkel axivî û got ku “li hember kuştina jinan, li hember tundiya li ser jinê, li hember êrîşên dagirkeriya devleta Tirk şoreşa jinê …

  • 7 Mart

    JKŞ, Hatina 8’ê Adarê Li Kobanê Pîroz Dike.

    Jinên Komûnîst ên şoreşger (JKŞ) li taxa Botan a rojhilatê bajarê Kobanê pîrozbahiyek pêkanî ji bo hatana 8’ê Adarê, her wiha di şahiyeda dîlan hat gerandin, û ji bilî zarokan stiran hat pêşkeşkirin. Di derbarê girîngiya 8’ê Adarê de bi jinan re axaftin hate kirin, û şahî bi dirûşmyen “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî 8’ê Adarê”, “Bijî berxwedana jinê” û “Bijî şoreşa jinê” bi dawî bû.

  • 6 Mart

    Ciwanên Kobanê Li Ser Maneya 8’ê Adarê Civînek Li Dar Xistin

    Hevaleke jin a ciwan li ser dîroka 8’ê adarê da naskirin û li ser şoreşa jin û şoreşa rojava axivî û got taybet îro ji bo parastina şoreşa jinê berxwedana 8’ê adarê pir girînge.

  • 6 Mart

    JKŞ Bi Boneya 8’ê Adar’ê li Qamişlo Komcivîna Taşte Li Dar Xist.

    Jinên Komûnîst ên Şoreşger (JKŞ) bi boneya 8’ê Adar’ê li Qamişlo bi jinan re komcivîna taşte li dar xist. Di calakiya ku bi dehan jin tevlê bûn de parastina şoreşa jinê ya Rojava û azadiyan hat dubarekirin. Di calakiyê de sînevîzyon hat temaşekirin û govend hatin kişandin.

  • 5 Mart

    Di 8’ê Adarê de Gavekê Bipêş De

    Roj bi roj em nêzî 8’ê Adarê dibin. Ji 8’ê Adara sala çû ve jinên ciwan bi êrîşên di temenê biçûk de zewicandin, di kargehên taybet de bi mûçeyên hindik û bêmîsogerî xebitandin, li gundan carinan qet neşandina dibistanan carinan jî heta poleke diyar şandina dibistanan, ên xwendine jî ji berk u bi zimanê xwe yê dayikê dixwînin bi êrîşên Rejîmê re rû bir û man. Malbatan çûyina Ewrupayê yan …

  • 4 Mart

    JKŞ Li Qamişlo Di 8’ê Adarê De Civînek Li Dar Xist

    Jinên Komûnîst ên Şoreşger (JKŞ) li Qamişlo di berfirehiya kar û xebata xwe ya 8’ê Adarê de civînek li dar xist. Di civînê de nûnera JKŞ’ê Zîlan Destan li ser dîroka 8’ê Adarê, pêşxistina şoreşê û îradeya jinê axivî. Zîlan Destan di axaftina xwe de diyar kir ku pêwîst e hemû jin li dijî dagirkeriyê ax, welat û destkeftinên xwe biparêzin…

  • 4 Mart

    Jinên JKŞ’yî Li Sûka Kobanê Rawestgeh Vekirin.

    Li kolana Tilel a bajarê Kobanê, Jinên Komûnîst ên Şoreşger kartên vexwendinê ji gel re belav kirin da ku tevlî şahiya 8’ê Adarê bibin. Ji bo ramanên jinan di derheqê 8’ê Adarê de bên stendin, bi pirsên ku ji wan re li ser kaxezê hatine amadekirin bersiv hatin stendin. Çalakî ji hêla gel ve bi serkeftî hat pêşwazî kirin.

Şubat, 2020