احتفل الشيوعيون في 10 ايلول

Qamişlo- Tevgera me ji bo pîrozkirina 27’emîn salvegera damezrandina MLKP’ê li Parka Arî şahiyek li dar xist. Li qada şahiyê lafîteya “Em ê di riya 10’ê Îlonê detêkoşîna xwe mezin bikin” û wêneyên şehîdan hat daliqandin.
Di axaftina destpêkê de hat gotin ku “MLKP’ê di têkoşîna xwe ya li hemberî dagirkerî û mêtîngeriyê de ji destpêka şoreşê ve hat û cihê de şoreşê de girt. MLKP’ê bere xwe da şoreşê û got ‘ev şoreş şoreşa me ye’. Bi hêza xwe ya ji hemû netew û zimanan di eniyên herî pêş de cihê xwe girt. Ev cihgirtineke stratejik bû. Belkî hêza xwe hêzeke mitewazî bû lê qet xwe paş de negirt. Bû perçeyeke girîng ê vê berxwedana fedaî. Em şehîd, birîndar û gaziyên xwe ji bo serkeftina şoreşê têdikoşin.”
“Şehîdên me nirxên me yên herî pîroz in. Rêheval Baran Serhad,di dile me de girêdanek pir xurt ava kiribû. Me fermandarê xwe şehîd da. Rast e, şoreş berdêlan dixwaze. Rêhevalên me yên herî pêş jî ji bo şoreşê canê xwe feda kirin û hîn lazim be dê hîn jî em ê şehîdan bidin. Em ji bo yekîtî û azadiya çar perçeyên Kurdistanê têkoşîna xwe didomînin. Ger pêwîst be em ê giştî jî şehîd bikevin.”
“Dewleta Tirk a mêtînger êrîşên xwe yên li dijî şoreşa me û Başûrê Kurdistanê bi dijwarî didomîne. Em ê li hemberî van êrîşan di hemû qadan de li ber xwe bidin. Şoreşa Rojava em ê li hemû herêmê belav bikin. Ji bo vê em bang li hemû komûnîst û şoreşgeran dikin dem ji bo parastin û belavkirina şoreşê yekîtiyeke xurt ji me dixwaze. Werin em bi hev re dijminên xwe bişkînin, şoreşa xwe geş bikin.”
Piştî axaftinan şahî bi govendan berdewam kir.

Dirbêsiyê- Endamên me li Dirbêsiyê li Parka Şehîd Zevîn bi şahiyekê 27’emîn salvegera damezrandina MLKP’ê pîroz kirin.
Em ê di riya rêheval Serkan Tosun re bimeşin.
Di şahiyê de Berîtan Asya axaftinek kir û wiha pê de çû “Şoreş bi berdêlên mezin tê avakirin. Çawa ku îro li her çar perçeyên Kurdistanê rêhevalên me li hemberî mêtîngeriyê şer dikin MLKP’ê jî bi vî rihê berxwedanê meşiya û têkoşîn kir.”
Asya bang li her kesî kir û got ku yên ku dixwazin li bindestan xwedî derbikevin pêwîst e li Şoreşa Rojava xwedî derbikevin.
Riya Tekane Berxwedan û Têkoşîn e
Li ser navê tevgera me Xalit Ebdilah axivî û 27’emîn salvegera MLKP’ê pîroz kir. Ebdilah wiha axivî: “10’ê Îlonê herî zede li karker û kedkaran pîroz be. Ji berk u MLKP’ê herî zede partiya proleterya û bindestan e. Em ê vê têkoşînê bidomînin. Em ê gelên Kurdistanê biparêzin. Ji bo vê jî em ê rêxistinbûna xwe mezin bikin. Hêzên emperyalist dijminê gelan in. Riyek me heye ew jî berxwedan û têkoşîn e. Hemû partiyên Kurdistanî lazim e bibin yek û şoreşê biparêzin.”
Hevserokê PYD’ê ya Dirbêsiyê Mihemed Xelef jî axaftinek kir û salvegera damezrandina MLKP’ê pîroz kir. Xelef bal kişand ser êrîşan û banga parastina şoreşê kir.
Piştî axaftinan govend hatin gerandin.

Hesekê- Li Hesekê jî endamên me şahiyek li dar xistin û salvegera damezrandina MLKP’ê pîroz kirin.
Di axaftina destpêkê de dîroka MLKP’ê ya ji Şoreşa Cotmehê (October) heta Rojhilata Navîn hate vegotin. Hat diyarkirin ku 10’ê Îlonê di nav gavên yekemîn ên ku ji bo şoreşa Rojhilata Navîn hatine avêtin de ye. Di axaftinê de girîngiya şoreşa Kurdistanê û avakirina xeta welatparêziya sosyalîst hat şîrovekirin.
Piştî axaftinan pasta hat jêkirin û govend hatin gerandin.

Kobanê: Li Kobanê jî endamên me li kêlaka Çemê Firatê komcivînek li dar xistin.Di civînê de dîroka MLKP’ê hat vegotin û bal hat kişandin ku îro armanc belavkirina şoreşa Rojava li herêmê ye.
Piştî komcivînê endamên me li malan bi berdewamkirina şahî û civînan salvegera damezrandina MLKP’ê pîroz kirin.
Kobanê: